1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. "Rûsya bi êrîşên Tirkiyeyê gefê li Kurdan dixwe"
"Rûsya bi êrîşên Tirkiyeyê gefê li Kurdan dixwe","rûsya,bi,êrîşên,tirkiyeyê,gefê,li,kurdan,dixwe"

"Rûsya bi êrîşên Tirkiyeyê gefê li Kurdan dixwe"

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN – Hevseroka MSD’ê Îlham Ehmed diyar kir, Rûsya bi êrîşên Tirkiyeyê gefê li Kurdên li Rojava dixwe.

Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed di rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî de gotareke  bi navê(Helwesta Rûsya) nivîsandin. Îlham da zanîn ku Tirkiyeyê ji bo êrîşî Rojava bike ji DYA destek xwestiye, lê belê piştî ku ev destek ji DYA nedît xwe nêzî Rûsyayê kiriye. Ehmed destnîşan kir, Rûsya jî bi êrîşên Tirkiyeyê gefê li Kurdan dixwe.

Gotara Îlham Ehmed a di rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî de hate weşandin, bi vî rengî ye:

“Rûsya ev du roj in daxuyaniyan dide û hewl dide Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) tawanbar bike. Carna îdîa dike ku DYA Kurdan ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne, carna jî ji ber rewşa bi Tirkiyeyê re dibêje wê ewlehiya Bakurê Sûriyeyê xera bibe. Îdîaya dawî jî ew bû, ku QSD’ê bi DAIŞ’ê re li hev kiriye û ew ber bi Tedmûrê ve tehliye kiriye. Em van daxuyaniyan dikarin bi vî rengî bixwînin; ‘eger hûn herêmên xwe li rejîmê venekin, Tirkiye wê li we bide û em ê jî nikaribin tiştekî bikin’. Yanî bi Tirkiyeyê gefê li Kurdan dixwe. Weke ku tê zanîn, piştî ku DYA guh neda gotinên Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan, dewleta Tirk jî xwe nêzî xeta Rûsya-Îranê kir.

***

DYA di her şert û mercî de li dij derdikeve, ku Îran xeta Iraq û Sûriyeyê kontrol bike. Di rojên dawî de gelek gef li Kurdan tên xwarin. Mînak; tevî ku li Dêra Zorê QSD nîne, weke ku heye tê nîşandan û gef tê xwarin. Tirkiye bi komek ji çeteyan a ji kontra û ajanan pêk tê dixwaze êrîşî Rojava bike. Ji ber ku haya Rûsyayê jî ji vê heye dibêje, ‘Wê ewlekariya Bakurê Sûriyeyê xera bibe’. Piştî ku pêşniyara Tirkiyeyê ya ji bo ketina nava Îdlibê nehate qebûlkirin, niha jî ji bo dagirkirinê Efrînê dixin rojevê. Ev ê rewşeke xetere bafirîne. Eger Rûsya çavên xwe li vê lîstika Tirkiyeyê bigire, wê li Sûriyeyê xeteyeke mezin û dîrokî kiribe. Ferzkirina rejîmê li ser Kurdan jî wê bibe zordariyeke dîrokî. Li aliyê din, di vê sedsalê de dijminatiya li Kurdan tê wateya vekişîna ji Rojhilata Navîn.

***

Îran û Tirkiye jî li ser statuko û netewe-dewletparêziya kevn tevdigerin. Ji aliyekî ve li dijî Kurdan tifaqê dikin, li aliyê din Tirkiye Kurdan bi nokeriya Îranê tawanbar dike û vê propagandayê dike. Ji bo li herêmê bi cih bibe, bi xetên sînor û bi hêrsê dilîzin. Mesela, tenê li herêma Şehbayê lîstikeke mezin a demografîk tê lîstin. Bi hezaran kes bi zorê ji cih û warên xwe tên derxistin, tên sirgûnkirin û li cihê wan jî yên ji deverên din koç kirine tên bicihkirin. li Cerablûsê û Babê çi kiribin, li Îdlibê jî xwestin heman tiştî bikin. Lê vê carê xuya ye bi dilê wan nebûye.

***

Ji rejîma Sûriyeyê heye ku hê li ser gelemperiya axa Sûriyeyê serwer e. Bi vî rengî tevdigere. Li şûna ku xwe biguherîne û xurt bibe, hewl dide her tiştî li rewşa berê, li rewşa beriya şer vegerîne. Ya rast, dibîne ku hêza xwe nîne, lê belê bi şerê psîkolojîk dixwaze bêje, ‘Ez hê jî serdest im û her tişt ji min tê pirsîn’. Di vê mijarê de hêza herî mezin jî ji partiyên Kurd ên ku xwe weke ‘dijberê Esad’ nîşan didin, lê dijberê rêveberiya xweseriya demokratîk in, digire. Ev partiyên navborî di her kêliyê de dijberiyê li şoreşê dikin. Bi reşkirina şoreşê re hewl didin fitneyê berdin nava gel û baweriyan. Tenê daxwazek wan heye, ew jî; sarkirina gel ji şoreşê ye.

***

Li Reqqa jî şer giran bû û hindik ma ku operasyona rizgarkirina bajêr dest pê bike. Tirkiye piştî ku hêviya xwe ji operasyona Reqayê birî enerjiya xwe da aliyekî dî. Êdî fêhm kir ku li qada Sûriyê li gor kêfa xwe nikare tevbigere. Rewş hinekî dî zelal bû. Diyar e ku êdî kîjan hêz li kûderê ye. Lê Îran hê jî mêvanê ku nayê xwestin tê dîtin. Di dema pêş de ev ê zelaltir bibe. PDK jî pir xwest li Rojava bibe xwedî rol. Lê hem ji bo sixtekariya hêzên ku pişta xwe didane we û hem jî qelsiya bû ji vê re bû asteng. Ji bo ku daxwaza xwe bi cih neanî jî di şaşitiya xwe di israr kir û kete rewşeke bi dijminatiya li Rojava. Di vê hêlê de bi Tirkiyê re kete heman pozîsyonê.

***

Desteka çekên giran a DYA’yê ya ji bo YPG’ê hevsengên berê yên li herêmê û hevalbendî têk birin. DYA herêmê baştir dixwîne û dixwaze hevalbendên xwe xurt bike. Tirkiye got ev rewş nayê qebûlkirin. Ji ber ku digotin kesek nikare peymana di navbera wan û DYA’yê de têk bibe. DYA’yê sûcdar dike û dibêje, ‘destekê dide PKK’ê’ Lê di hevdîtina Serokê DYA’yê Trûmp û Erdogan de, li ber çapemeniyê Trûmp vekirî got, ‘Li dijî PKK’ê û DAIŞ’ê ew hevalbendê Tirkiyê ne’.

Kurd gelekî bêhnteng dibin ku ev du nav li cem hev têne bikaranîn. Ji ber ku PKK di şerê dijî DAIŞ’ê de destekeke mezin da Kurdên Rojava. Her wiha Kurdên Êzîdî ji qirkirinê xilas kirin. DAIŞ PKK’ê dijminê xwe yê sereke dibîne. Ji bo vê jî Kurd qebûl nakin ku PKK û DAIŞ’ê weke hev bibînin.

(kc)